Qeyûm tayînî Saredariya Qaqizmanê ya DEM Partiyê kirin!
PeyamaKurd – Ji bo Şaredariya Qersê Qaqizmanê qeymeqam Okan Daştan wek qeyûm hat tayînkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê de wiha hat gotin: “Hat ragihandin ku Şaredarê Qaqizmanê Mehmet Alkan ji ber 6 sal û 3 meh cezayê hepsê yê "endamê rêxistina terorê ya çekdar" ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn ve, qeyûm tayînî ser wî kirine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Mehmet Alkan wek tedbîra demkî ji peywirê hatiye dûrxistin û hat ragihandin ku Qeymeqamê Qaqizmanê Okan Daştan wek Wekîlê Şaredar hat tayînkirin.
Hefteya borî 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê bi îdiaya "endamê rêxistina terorê ya çekdar" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Mehmet Alkan birî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin