Qeyûm tayînî Saredariya Sêrtê kirin
PeyamaKurd – Piştî cezayê girtîgehê li Şaredara Sêrtê Sofya Alagaş hat birîn, Parêzgar Kemal Kizilkaya weke qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.
Hevseroka Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaş a endama Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ku dema rojnamegerî dikir, bi hinceta endamtiya rêxistinê doz lê hatibû vekirin. Doh (28.01.2025) ji aliyê 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Wezareta Karên Navxweyî piştî cezayê ku li Sofia Alagaş hat birîn, Parêzgar Kemal Kizilkaya wek qeyûm tayînî şaredariyê kir.
Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin, diyar kirin ku qeyûm tayînî hevşaredarên şaredariyê kirine.
Li gorî encamên hilbijartinên şaredariya Sêrtê, namzeta Partiya DEMê Sofya Alagaş bi rêjeya ji sedî 49,64an bi ser ket.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin