Qeyûm tayînî Saredariya Rêya Armûsê kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê, Qeymeqamê navçeyê Sînan Aslan wekî qeyûm tayînî Şaredariya Navçeya Rêya Armûşê kir.
Hevşaredarên HDPê yên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehzade Kurt, duh di 8ê mijdarê de hatibûn desteserkirin îro jî qeyûm tayînî şûna wan kirin.
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kurt duh di 8ê mijdarê de hatin desteserkirin. Polîsan duh avahiya Şaredariya Rêya Armûşê dorpêç kirin û destûr nadin kes têkevin avahiya şaredariyê. Li şûna Hevşaredar Azîm Yacan Qeymeqamê navçeyê Sinan Aslan wekî qeyûm tayîn kirin.
Nobeta endam û rêveberên HDPê ya li pêş şaredariyê jî didome. Bi tayînkirina qeyûmî bo Şaredariya Rêya Armûşê re hejmara şaredariyên HDPê ku tayînî wan hatiye kirin derkete 16yan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin