Îcarê qeyûm tayînî sendîkayekê hat kirin

22 February 2025 09:41 0 dîtin
Îcarê qeyûm tayînî sendîkayekê hat kirin

PeyamaKurd – 4emîn Dadgeha Kar a Enqereyê, bi hinceta ku di 21emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya sendîkaya tenduristiyê (Saglik-Îş)ê ya bi ser Turk-Îşê ve ku di 4-5ê Mijdara 2023yan de pêk hat bêusûlî hatiye kirin, biryar da ku 3 qeyûman tayîn bike. 

Serokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî ya Tirkiyeyê Hakan Toy der barê biryara qeyûmê ya dadgehê de daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got:

“Di encama doza kesên ku tevî endamên sendîkaya me ne, di her firsendê de li dijî sendîkaya me tevdigerin, biryara betalkirina lijneya giştî ya sendîkaya me, bi îmkana îtirazê hat dayîn.”

Di berdewamê de ragihand, “Ev biryara neqanûnî, ne ya dawiyê ye û pêvajoya îtirazê û dozgeriyê hîna bi dawî nebûye.”

Her wiha anî zimên, “Em ê li dijî biryara ku bi eşkereyî ne dadmendî û neqanûnî ye, hemû tedbîrên qanûnî wergirin û raya giştî û we endamên xwe yên hêja ji geşedanan agahdar bibin. Em di wê baweriyê de ne ku biryara şaş a ku li ser çend kêmasiyên di formê de ye ku pêwîstî bi betalkirina lijneya giştî nîne, dê di qonaxên îtîraz û dozê de were betalkirin.”