Qeyûm tayînî saredariyên Mêrdîn, Batman û Halfetiyê kirin!
PeyamaKurd – Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Batmanê û Şaredariya Halfetî ya Rihayê hat kirin.
Hat destnîşankirin ku Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir. Polîsan danê sibehê derdora avahiya şaredariyê dorpêç kirin.
Hat ragihandin ku biryara tayînkirina qeyûm ji Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk re li mala wî hatiye ragihandin.
Hat diyarkirin ku li şûna Ahmet Turk Parezgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun wek qeyûm hat tayînkirin û ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat girtin.
Li Batmanê jî qeyûm hat tayînkirin
Ji bo Şaredariya Batmanê jî qeyûm hat tayînkirin. Wezareta Karên Navxweyî li şûna Hevseroka Giştî Gulistan Sonuk, Parezgarê Batmanê Ekrem Canalp wek qeyûm tayîn kir.
Parlamentera Batmanê ya Partiya DEMê Zeynep Oduncu jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Batmanê da.
Oduncu li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û ev gotinên jêrîn bikar anî:
“Em rê nadin îradeya gelê Batmanê bê desteserkirin! Desteserkirina Şaredariya Batmanê ji gel û tayînkirina qeyûm êrîşeke eşkere ya li dijî demokrasî û hiqûqê ye. Emîndarên ku we destnîşan kirin sembolên mêtingeriyê ne, ne demokrasiyê ne. Ya ku gel hildibijêre aîdî gel e. Em ê tu carî serî li ber dagirkeriya we netewînin! Şaredariya Batmanê aîdî gel e û wê wisa bimîne!”
Hevşaredara Batmanê Gulîstan Sonuk di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got: "Em diçin şaredariya xwe û tu biryareke nehiqûqî nas nakin."
Li Halfetiyê jî qeyûm hat tayînkirin
Li aliyê din qeyûm tayînî Şaredariya Halfetî ya Rihayê hat kirin. Li şûna Hevşaredar Mehmet Karayilan Qeymeqamê Halfetiyê Hakan Başoglû weke qeyûm hat tayînkirin.
Parezgariya Mêrdînê daxuyand ku li tevahiya navçeyê çalakiyên wekî civînên vekirî û girtî, meş, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiya rûniştinê ji bo 10 rojan hatin qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin