Ji CHPyê rapora qeyûm: Herî zêde tayînî Diyarbekirê hatine kirin

23 December 2024 14:34 0 dîtin
Ji CHPyê rapora qeyûm: Herî zêde tayînî Diyarbekirê hatine kirin

PeyamaKurd – Li gorî rapora ku CHPyê li ser tayînkirina qeyûman amade kiriye, di nava 8 salên piştî ketina meriyetê ya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya jimara 674an, hikûmetê bi giştî 154 caran qeyûm tayînî rêveberiyên herêmî kiriye.

Rapora bi sernavê “Di Hilbijartinên Herêmî de Midaxeleya Hikûmetê ya bi Qeyûm: Tehdîtên Di Hilbijartinên Herêmî de li Demokrasî û Destûra Bingehîn” ku ji aliyê Alîkarê Serokê Giştî yê Komarî yê Berpirsiyarê Hilbijartin û Karên Hiqûqî yên Partiyê ve hatiye amadekirin, ji aliyê alîkara Serokê Giştî Gul Çîftçî ve bi raya giştî re hat parvekirin.

Di raporê de ku nirxandinên derbarê tayînkirina qeyûman ên piştî hewldana derbeyê ya sala 2016an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya jimara 674an dest pê kir cih digire, hat destnîşankirin ku hikûmetê bi giştî 154 caran qeyûm tayînî rêveberiyên herêmî kiriye.

Herî zêde qeyûm tayînî Diyarbekirê hatine kirin

Di navbera salên 2016 û 2024an de li bajar/navçe/ şaredariyên bajarokan ku hikûmetê qeyûm tayînî wan kiriye, hejmara hilbijêran 11 milyon û 202 hezar û 496 e. Li gorî raporê, li Diyarbekirê ku 26 caran qeyûm li şaredariyên navçeyên wê de hatine tayînkirin, di rêza yekemîn de ye di nava bajarên ku herî zêde qeyûm tayînî wan hatine kirin û Wan jî ku 23 caran qeyûm tayîn kiriye, di rêza duyemîn de cih digire. Di raporê de ku bi salane hejmara qeyûm jî cih girt, hat diyarkirin ku sala 2016an bi 60 qeyûm di rêza duyemîn de, sala 2019an jî bi 38 qeymeqam di rêza duyemîn de cih digire.

Di raporê de ev îfadeyên ku derbarê şaredariyên ku di 31ê Adara 2024an de ji bo hilbijartinên herêmî yên di bin rêveberiya qeyûm de hatin kirin jî cih girtine:

 

“Hejmara şaredariyên ku beriya Hilbijartinên Herêmî yên 31ê adara 2024an ji aliyê qeyûm ve hatin birêvebirin 49 e. Ji van şaredariyan 9 şaredarî di encama Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31ê qdarê de ji aliyê AKPyê û MHPyê ve tên birêvebirin. MHPya ku bi ferqa 3 hezar û 264 dengan li şaredariya Qersê bi ser ket, 3 hezar û 821 hilbijêrên veguheztinê hatin diyarkirin û ji aliyê partiyên mixalefetê ve bi hemû rêyên qanûnî îtîrazên pêwîst lê hatin kirin. Derbarê vê mijarê de ji aliyê rayedarên şareza ve tu gav nehatine avêtin.”