RAPORA - HME | Wê hejmara herî zêde ya miriyan li ku derê be?

08 April 2020 19:47 0 dîtin
RAPORA - HME  | Wê hejmara herî zêde ya miriyan li ku derê be?

PeyamaKurd -  Navenda Nirxandin û Pîvandinê ya Zankoya Tenduristiyê ya Zanîngeha Washington (IHME), li ser amarên dawî yên qûrbaniyên coronavîrusa nû Covid-19 raporeke amade kir.

Li gorî raporê li seranserê Ewropayê tê texmînkirin ku mirinên herî zêde yên vîrusa korona li Brîtanyayê werin tomarkirin.

Medya Brîtanî jî li ser wê raporê ragihand, “Heta 4ê Tebaxa 2020an, dibe ku hejmara miriyan bigihîje 66 hezar û 314 kesan.”

Di rapora IHME de tê diyarkirin ku wê hejmara herî zêde ya miriyan li Brîtanyayê be û tê texmînkirin ku ew hejmar li dor 66 hezar kesan be.

IHME herwiha di rapora xwe de destnîşan dike ku dê belavbûna vîrusa korona di meha Nîsanê de, li Brîtanyayê bigihîje lutkeya herî zêde û wê zêdebûna hejmara miriyan jî li pey wê lutkeyê were ku rojane dibe 3 hezar kes ji Covid-19 can bidin.