Rapora NY: Li Îranê herî zêde Kurd têne bidarvekirin

26 August 2021 20:58 0 dîtin
Rapora NY: Li Îranê herî zêde Kurd têne bidarvekirin

PeyamaKurd – Di rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya derbarê sizayên îdamê yên li seranser cîhanê de hatiye diyarkirin ku cezayê bidarvekirinê herî zêde li Îranê tê bicihkirin û di nav Îranê de jî herî zêde Kurd têne bidarvekirin.

Li gorî rapora ku ji aliyê Berpirsê Ofîsa Mafên Mirovan a NY Cawîd Rehman hatiye eşkerekirin,  di navbera salên 2010-2020 de, li Îranê 129 girtiyên siyasî hatine îdamkirin û ji sedî 53yê wan jî Kurd, ji sedî 25 Belûc û ji sedî 13ê wan jî Ereb bûn.

Di raporê de hatiye destnîşankirin, kolberên Kurd û Belûc ji aliyê hêzên Îranê ve têne hedefgirtin û di 4 mehên destpêka sala 2021ê de, 24 kolber bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin.

NY di rapora xwe de bal kişandiye ser ku zêdetirî 100 kesên siyasî û çalakvanên Kurd jî hatine girtin û sizayê di navbera 34-36 salan de li ser wan hatiye sepandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê jî Îranê tenê di 8 mehên borî de, 180 kes birdarve kirine ku ji wan 6 jin, 174 zilam û kesek jî di bin temenê 18 saliyê de bûye.