Li Îranê rêjeya herî zêde ya bêkariyê li 2 bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye

17 April 2023 21:03 0 dîtin
Li Îranê rêjeya herî zêde ya bêkariyê li 2 bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Navenda Amaran a Îranê rewşa bêkarî û aboriya xirab a li seranserê Îranê bi raporekê eşkere kir.

Li gorî rapora Navenda Amaran a Îranê, rêjaya bêkariyê di asta seranserê Îranê de, li du parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê yên Kirmaşan û Sine ye.

Rêjeya bêkariyê li parêzgeha Sinê wekî rêjeya %20.5 û li Kirmaşan jî %15.1 derketiye û herdu parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê di rêza serî ya bêkariya seranserê Îranê de ne.

Li gorî amarên hatine eşkere kirin, bêkariya ciwanên temên wan di navbera 15-25 salî de, wekî %24.2 hatiye tomarkirin ku li gorî sala borî %11 bilind bûye.

Herwiha di navbera temenên 18-35 salî de jî bêkariya li seranserê Îranê wekî %17.4 hatiye tomarkirin.