IHR: Pistî protestoyên Jîna Emînî rêjeya îdaman li Îranê 36% zêde bûye
PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan li Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwêcê yê, rapora xwe ya îdaman a ji Îlona 2022yan heta niha eşkere kir.
Di rapora IHR de hatiye gotin ku ji Îlona 2022yan heta niha bi tohmetên cuda herî kêm 697 kes li Îranê hatine îdamkirin.
Hat diyarkirin ku di navbera Îlona 2021 û Îlona 2022yan de jî 514 kes hatine îdamkirin ku li gorî sala borî rêjeya îdaman ji sedî 36 zêde bûye.
Herwiha hatiye eşkere kirin, bi hinceta beşdarîkirina protestoyên Jîna Emînî 7 xwepêşander hatine îdamkirin û 10 kes jî bi sizayê îdamê hatine mehkûmkirin û niha 85 kes rûbirûyî sepandina cezayê îdamê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin