Amnesty bang li Îranê kir: Dawî li îskence û azarên malbatên protestoyên Jîna Emînî bînin!
PeyamaKurd - Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty Intertanional) bang li Tehranê kir ku dawî li îşkence û azarên li dijî malbatên şehîdên protestoyên Jîna Emînî bînin.
Amnestiyê di daxuyaniya xwe de tevî nîşandan nigeraniya xwe ya bo azardana malbatên qurbaniyên protestoyên Jîna Emînî ragihand ku divê Komara Îslamî dawî bi îşkencekirina malbata şehîdên şoreşa Jînayê bîne.
Amnestyê roja Yekşemê li ser azar û îşkencedana malbatên şehîdên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ragihand: “Divê givaşên zêde bixine ser Komara Îslamî da ku nikaribe malbatên şehîdan û girtiyên xwenîşandanên seranserî yên gelên Îranê li dijî rejîmê îşkence û azar bide.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin: “Em daxwazê ji civaka cîhanî dikin ku li ser azar û îşkencedana malbata şehîdên şoreşa Jînayê, Komara Îslamî ya Îranê neçar bikin ku bersivê bide, ji ber ku eva ku hêzên serkutkar ên Komara Îslamî li hember xwepêşanderên nerazî li hemû bajarên Îranê kir, kiryarek bi tevahî neyasayî bû, lewma guvaşan bixine ser da ku dawî li tunûtîjiyan bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin