Amnestyê rapora dawî li ser protestoyên Îranê belav kir: Lêdan, îskence, girtin...

16 January 2020 21:09 0 dîtin
Amnestyê rapora dawî li ser protestoyên Îranê belav kir: Lêdan, îskence, girtin...

PeyamaKurd - Rêxistina Efûyê ya Navdewletî Amnesty Internationalê derbarê xwepêşandanên dawî yên piştî xistina balafira Ûkraynayê li Îranê ji nû ve dest pê kirine, raporek belav kir û kiryarên hêzên ewlekariya Îranê yên binçavkirin, îşkence û binpêkirina mafan şermezar kir.

Rêxistina Efûyê (Amnesty International) bi daxuyaniyekê ragihand, rojên 11 û 12’ê çileyê hêzên ewlekariyê çifteyên nêçîrê li dijî xwepêşanderan bikar anîne û ji ber wê gelek xwepêşander birîndar bûn.

Rêxistinê eşkere kir, hin navendên tenduristiyê pêşwazîkirin û dermankirina xwepêşanderên birîndar, red kiriye.

Herwiha Rêxistinê bi riya dîmenên vîdyoyî, wêneyên belgekirî û şahidan eşkere kir ku hêzên ewlekariya Îranê hemû cureyên îşkenceyê yên bi dest, ling û bi daran bikar anîne û gelek xwepêşander jî binçav kirine.

Rêxistina Efûyê ya navdewletî tunûtûjiya hêzên ewlekariyê ya li dijî xwepêşanderan şermezar kir.