HRANAyê rapora dawî ya îdamên rejîma Îranê û kustiyên xwepêsandanan eskere kir
PeyamaKurd – Ajansa çalakvanên mafên mirovan a Îranê HRANAyê rapora amarên îdamên rejîma Îranê yên sala 2022yan û kuştina xwepêşanderan bi destê hêzên Îranê belav kir.
Li gorî rapora HRANAyê di sala 2022yan de, zêdetirî 3 hezar û 84 cureyên kombûnên protestoyî hatine lidarxistin ku ji vê rêjeyê 1 hezar û 234 kombûn bi berdewamî hebûn.
HRANAyê eşekere kiriye ku di sala 2022yan de zêdetirî 578 kes ku 5 ji wan zarok bûn, hatine îdamkirin.
Herwiha 511 xwepêşander ku ji wan 69 kes zarok in, hatine kuştin û zêdetirî 22 hezar û 655 kes jî hatine binçavkirin.
665 kesên ku di serhildana seranserî de hatine binçavkirin, bi gelemperî 720 sal sizayê girtîgehê bi ser wan de hatiye sepandin.
HRANAyê daye zanîna ku li seranserê Îranê nêzî 5 milyon zarok ji perdeweyê bêpar in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin