HTSê Sam xist kontrola xwe: Rejîma Esed bidawî bû
PeyamaKurd – Desteya Tehrîr Şamê ragihand ku wan paytexta Sûriye Şam xistiye kontrol xwe û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî reviyaye. Çekdarên komên opozîsyonê dema ketin Şamê wêneyên Esed û sembolên bermahiyên wî jî şewitandin.
HTŞê eşkere kir ku wan piştî Humsê Şam jî kontrol kiriye. HTŞê bang li Sûriyeyiyên li derve kir û got, “Dawiya rejîma Beşar Esed hat. Bila hemû koçberên Sûriyeyî vegerin Sûriyeya azad.”
Serokê Tehrîr El Şamê Mihemed Ebû Colanî (Ahmed Eş-Şara) ragihand, “Heta ku desthilat bê radestkirin dê saziyên dewletê di kontrola Serokwezîr Mihemed Celalî de bimînin.”
Colanî bang li hemû hêzên xwe jî kir û got, qedexe ye nêzî saziyên dewletê bibin û guleyan ber bi hewayê ve bireşînin.
Reuter: Esed bi balafirê terka Şamê da
Ajansa Reutersê jî ragihand ku Beşar Esed û malbata xwe bi balafirê terka Şamê dane, lê nehat diyarkirin bê ku de çûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin