HTSê rêya M5 a sereke ya Heleb-Samê xist kontrola xwe

28 November 2024 16:25 0 dîtin
HTSê rêya M5 a sereke ya Heleb-Samê xist kontrola xwe

PeyamaKurd – Di encama şerê Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) yê di navbera hêzên rejîma Sûriyê de ku çend roj in hemleyek hatiye destpêkirin de, îro 28ê Mijdara rêya M5 ya di navbera parêzehên Heleb û Şamê de hate daxistin û çûnûhatin hate rawestandin.

Li gorî ragihandina medyaya opozisyona Sûriyê, piştî şerekî dijwar di navbera HTŞê û hêzên rejîmê de li navçeya Seraqibê, HTŞê rêya M5 ya navbera Heleb û Şamê xist kontrola xwe.

Rêya M5 yek ji girîgtirîn rêyên li Sûriyê ye ku herdu parêzgehên herî girîng Heleb-Şamê digihîne hev û herwiha rêyeke bazirganî ya girîng e. 

Li gorî çavkaniyan çekdarên HTŞê 10 km ji taxa yekem ya bajarê Helebê dûr bûn ku heta niha rûbereke mezin li herêmê xistine kontrola xwe. 

SOHRê ragihandiye ku di nav 24 saetên dawî de di şerê herdu aliyan de herî kêm 97 kes hatine kuştin.