Neteweyên Yekbûyî li ser rewsa Iraqê dicive: Plasschaert rapora dawî pêskes dike

16 May 2024 18:02 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî li ser rewsa Iraqê dicive: Plasschaert rapora dawî pêskes dike

PeyamaKurd – Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, îro êvarê li ser rewşa Iraqê dicive ku dê bi giştî gotûbêj li ser rewşa Iraqê bê kirin.

Hate ragihandin ku Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, jî wê rapora dawî ya li ser Iraqê pêşkeş bike.

Plasschaert wê di rapora xwe de mijarên wekî pirsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, rewşa siyasî ya Iraqê, pirsa hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê û rewşa mirovî û mafên mirovan pêşkeşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye erka UNAMI li Iraqê tê bidawîkirin û piştî Jeanine Hennis-Plasschaert rapora xwe ya dawî ya li ser Iraqê li NY bixwîne erka wê ya bo Iraqê jî bidawî bibe.