Neteweyên Yekbûyî, li ser rewsa Iraqê daxuyanî da
PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevkiya Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li ser aloziyên siyasî yên Iraqê, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ji rewşê metirsîdar in û divê Iraqî bala xwe bidin pêşeroja xwe.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres; Stephane Dujarric, li ser rewşa Iraqê ragihand ku ew ji ber bûyer û xwepêşandanên Iraqê, gelek ditirsin. Dujarric di axaftina xwe de bal kişand ser kêmbûna xwepêşandan û got,
“Peyam zelal e. Ev, hişyariyek li hemû aliyan e ku divê xwe nerm bikin. Em li Iraqê, xwedî misyoneke siyasî û mirovî ne. Em pêşveçûnên li Iraqê, ji nêz ve dişopînin.”
Berdevk Dujarric bang li aliyên siyasî kir û xwest ku hemû nakokiyên xwe bidin aliyekê û ji bo pêşeroja xelkê Iraqê baştir bibe, li ser dan û stendinên çêker rawestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin