Neteweyên Yekbûyî ji bo Iraqê dicive
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) sibe 4ê Cotmehê derbarê rewşa Iraqê de dicive.
Hat diyarkirin ku wê Civata Asayîşa Navdeweletî ya NY roja sêşemê li demjimêr 17:00 li navenda xwe ya bajarê New York ê Amerîkayê ji bo rewşa Iraqê bicive û nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennessy-Plaschart jî rapora derbarê rewşa Iraqê de pêşkêş bike.
Tê çaverêkirin di civînê de rewşa Bexdayê, pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê û paşxistina avakirina hikûmeta Iraqê û herwiha binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê Îranê ve jî were gotûbêjkirin ku 28ê Îlonê êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin