Amnestyê amarên dawî yên kustî û birîndarên Îranê eskere kirin
PeyamaKurd - Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) amarên dawî yên kuştî û birîndarên xwepêşandanên Îranê belav kirin.
Li gorî daxuyaniya Amnestyê di dema xwepêşandanan de herî kêm 304 kes li Îranê hatine kuştin û gelek binpêkirinên mafên mirovan li dijî xwepêşanderan hatine kirin.
Amnesty International ragihand ku hikûmeta Îranê hewl dide hejmara rastîn ya xwepêşanderên ku hatine kuştin veşêre û da xuyakirin ku bi hezaran xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin ku di nava wan de rojnamevan, çalakvan û xwendevan jî hene.
Amnestyê daxwaz ji desthilata Îranê kir ku bêyî nîşandana mercan kesên girtî azad bike û ji civaka navdewletî jî xwest guvaşên li ser Îranê zêde bikin, ji ber ku bi hezaran kes di bin xetera îşkenceyê û mameleyên xirab de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin