Amarên 2022yan yên kustî û birîndarên kolberên Kurd hatin eskere kirin

01 January 2023 16:32 0 dîtin
Amarên 2022yan yên kustî û birîndarên kolberên Kurd hatin eskere kirin

PeyamaKurd - Kolber Newsê amarên kuştin û birîndarbûna kolberên Kurd di sala 2022yan de belav kir. Li gorî amaran 43 kolber di sala 2022an hatine kuştin û 215 kolber jî birîndar bûne.

Kolber Newsê di rapora 2022yan ya kolberên Rojhilatê Kurdistanê de, eşkere kir; bi giştî 258 kolber li deverên sînorî û rêyên di navbera parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de, bi sedemên cuda yên wek teqeya rasterast a hêzên rejîmê, renî, sir û seqem, teqîna mînan û werbûna ji bilindahiyan ve hatine kuştin an jî birîndarkirin.

Di sala 2022an de bi gelemperî 43 kolber bi sedemên cuda hatine kuştin:

29 kes bi sedema teqeya resterast a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê

1 kes bi sedema werbûna ji bilindahiyê

4 kes bi sedema qerisîna di sir û seqemê de

1 kes bi sedema xendiqîn li nav avê di dema kolberiyê de

5 kes bi sedemên cuda yên wek sekinîna dil di dema kolberiyê de

Di sala 2022yan de 127 kolber jî bi sedemên cuda birîndar bûne:

160 kes bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê

17 kes bi sedema werbûna ji bilindahiyan

10 kes bi sedema teqîna mînên şerê Îranê û Îraqê

14 kes bi sedema lêdan û kutana ji aliyê hêzên rejîmê ve

14 kes bi sedema bûyerên hatinûçûna li dema kolberoyê.

Di sala 2022yan de, li gorî parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê; li Urmiyê 19 kolber hatine kuştin û birîndarkirin, li Sineyê 100 kolber hatine kuştin û birîndarkirin û Kirmaşanê jî 139 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.