Hejmara dawî ya kustî û birîndarên êrîsa ser nexwesxaneyê hate eskere kirin

18 October 2023 21:07 0 dîtin
Hejmara dawî ya kustî û birîndarên êrîsa ser nexwesxaneyê hate eskere kirin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Dr. Eşref El Qudra, amarên dawî yên kuştî û birîndarên êrîşa ser nexweşxaneya El Mamendî ya Xezeyê eşkere kir.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di civîneke rojanamevanî de ragihand ku hejmara kuştinên êrîşa ser nexweşxaneyê 471 kes in û 314 kes jî birîndar bûne ku rewşa 28 birîndaran giran e.

Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê herwiha ragihandiye ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de herî kêm 3 hezar û 478 Filîstînî mirine û 12 hezar kes birîndar bûne.

Li aliyê din di encama êrîşên Hamasê yên ser Îsraîlê de jî ji 7 Cotmehê heta niha, nêzî du hezar îsraîlî hatine kuştin ku hejmarek zêde ji wan jî sivîl in.

Hêjayî gotinê ye, li ser êrîşa şeva borî ya ser nexweşxaneya Xezeyê herdu aliyên Îsraîl û Filîstinê hevdu tawanbar dikin. Îsraîl dibêje, moşebarana koma Cîhada Îslamî bûye sedema êrîşa ser nexweşxaneyê, lê ew koma çekdar jî vê yekê red dike.