Wezareta Tenduristiya Iraqê hejmara kustî û birîndarên êrîsa Bexdayê eskere kir

21 January 2021 20:41 0 dîtin
Wezareta Tenduristiya Iraqê hejmara kustî û birîndarên êrîsa Bexdayê eskere kir

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Iraqê derbarê kuştî û birîndarên coteteqînên Bexdayê de ku îro 21ê Çile li meydana Teyare pêk hatibû eşkere kir.

Wezîrê Tenduristiya Iraqê Hesen Muhammed El Temîmî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êrîşê de 32 kes hatine kuştin û 110 kes jî birîndar bûne.

Îro 21ê Çile danê sibehê, li Bexdayê li pey hev du teqîn li bazara meydana Teyare pêk hatibûn ku teqîn ji aliyê 2 terorîstên xwekuj ve hatibû encamdan.

Heta niha êrîşa Bexdayê ti rêxistinekê li xwe negirtiye lê hemû guman li ser rêxistina DAIŞê ne.