Wezareta Tenduristiya Iraqê hisyariya pêla çarem a vîrusa Koronayê da
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Iraqê di derbarê pêla çarem a vîrusa Koronayê de hişyarî da welatiyan.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Iraqê Seyif Bedir, îro ji rojnamevanan re diyar kir: ‘‘Wezareta Tenduristiyê berdewam e ji bo bidestanîna derziya Koronayê û dabeşkirina wê li ser parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê.
Seyf Bedir da zanîn: ‘‘Herçend pêla sêyem a vîrusa Koronayê di kontrolê de ye jî, lê hîn metirsiya pêleke din a vîrusa Koronayê li Iraqê maye.’’
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku dikare bi wergirtina derziya vîrusa Koronayê ya hemwelatiyan ve, rêgirî li metirsiya pêla çarem a vîrusa Koronayê bê girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin