Wezareta Kistûkaliya Iraqê hisyariya çolbûnê da

02 July 2022 11:33 0 dîtin
Wezareta Kistûkaliya Iraqê hisyariya çolbûnê da

PeyamaKurd – Wezareta Kiştûkaliya Iraqê, ji ber kêmaviyê hişyariya çolbûna axa Iraqê da.

Li gor Rêvebera Giştî yê Fermangeha Daristan û Tekoşîna Hember Çolbûnê li Wezareta Kiştûkaliya Iraqê Rawye Mizel bi daxuyaniyekê diyar kir: “Sektora kiştûkalî bi her du aliyên şînkayiya kiştûkalî û sewal jî pişt dide avê ku divê av bidest bikeve û ew faktora serekiye li hemû karekî kiştûkalî û zêdekirina berhemda. Lê kêmbarîna baranê di demsala zivistana 2021ê û kêmbûna berdana avê ji aliyê welatên cîranên Iraqê ve, bûye sedem ku plana kiştûkaliyê ya hatiye danîn de jî kêmbûn çêbe û encamê de bû sedem zevî bibin çol.”

Di berdewamiyê de eşkere kir, pirsgirêka çolbûnê pêwîstiya wê bi hewldaneke zêde heye li hemû wan sektorên ku pêwendiya xwe pê ve heye. Ew mijar tenê girêdayî wezareta kiştûkalê ve nîne, giringî dayîna vê mijarê çêdibe, lê hêviya me bi wê heye ku li gor yasaya asayîşa xorak, pareyê pêwîst ji bo rêgirî kirina vê diyardeyê re bê cuda kirin.”

Li gor gotinên wê berpirsa Wezareta Kiştûkaliya Iraqê: “Niha 27 milyon donim erd ku sedî 15yê rûberê Iraqê ye bûye çolistan, lê nêzîkî sedî 55ê hemû rûberê Iraqê di bin metirsiya çolbûnê de ye.”