Ji Wezareta Derve ya Iraqê hisyariya DAISê…
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Iraqê derbarê gefên berdewam ên rêxistina terorîst DAIŞê de hişyarîyên girîng dan.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên got, gefa DAIŞê ji aliyê îdeolojîk û rêxistiniyê ve berdewam dike û diyar kir, “Ev jî dema mirov derbasbûna sînorên Iraq-Sûriyê ya rêxistinên radîqal dişopîne tê testpîtkirin.”
Husên piştî hevdîtina ligel Serokê Encûmena Asayîşa Navdewletî û Nûnerê Fransayê Nicolas de Rivière destnîşan kir, rêveberiya Bexdayê dixwaze di têkoşîna dijî DAIŞê de piştevaniya civaka navdewletî berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin