Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê: Peyamên pir zelal ji Iraqê re hatin dayîn
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku wan di du mijaran de li hember êrîşên wan ên li ser Balyozxane û hêzên Bexdayê peyameke zelal dane hikûmeta Iraqê. Berdevk dûpat kir ku divê hikûmeta Iraqê li dijî komên êrîşê pêk tînin bikeve tevgerê, eger nebe ew ê bê dudilî gavên pêwîst ji bo parastina personelên xwe bavêjin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Matthew Miller bersiva pirsên Rûdawê yên li ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Îranê ku gotibû ti pêwendiya wan bi êrişên hêzên Amerîkayê yên li Iraqê û balyozxaneya Bexdayê re nîne û naveroka hevdîtinên di navbera hikûmeta Iraqê û berpirsên bilind ên Amerîkayê de daye û gotiye:
"Ez dikarim bibêjim ku Wezîrê Karên Derve bi Serokwezîrê Sûdanî re gelek hevdîtin pêk anî, di nav wan de li Bexdayê rû bi rû hevdîtin pêk anî. Ew hevdîtin li ser du xalan pir zelal bû. Berî her tiştî em hêvî dikin hikûmeta Iraqê li dijî komên ku gelek êrîş li dijî hêzên Amerîkî pêk anîne, herî dawî jî balyozxaneya Amerîka li Iraqê, tedbîran bigire. Eger ti gav neyên avêtin em ê ji bo parastina leşker û personelên xwe yên li Iraqê bê dudilî gavên pêwîst bavêjin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin