Tenduristiya Iraqê: Pêla çarem ya vîrusa Koronayê li Iraqê gihîstiye asta herî bilind

29 January 2022 14:06 0 dîtin
Tenduristiya Iraqê: Pêla çarem ya vîrusa Koronayê li Iraqê gihîstiye asta herî bilind

PeyamaKurd Wezareta Tenduristiya Iraqê diyar kir, pêla çarem ya vîrusa Koronayê li Iraqê gihîştiye asta herî bilind.

Berpirsê Ofîsa Fermangeha Giştî ya Tenduristiyê li Wezareta Tenduristiya Iraqê Riyaz Hilfî daye zanîn, vîrusa guhertî ya Koronayê ya bi navê Omîcron, pir bi hêsanî û bi lez belav dibe.

Riyaz Hilfî herwiha eşkere kiriye, niha rojane zêdetirî 8 hezar pêketiyên Koronayê li Iraqê tên tomarkirin û ev jî nîşan dide ku Iraq gihîştiye asta herî bilind a pêla çarem a Koronayê.

Berpirsê Wezareta Tenduristiya Iraqê eşkere kiriye, ji bo lêdana derziyê çi ji destê wan tê dikin, lê ya herî girîng ew e divê welatî xwe biparêzin û şîretên tenduristiyê bicîh bînin.