Serokkomarê Iraqê: Kerta tenduristiya Herêma Kurdistanê têr pêsketî ye

22 September 2024 21:50 0 dîtin
Serokkomarê Iraqê: Kerta tenduristiya Herêma Kurdistanê têr pêsketî ye

PeyamaKurd - Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd, di pêşwaziya li Wezîrê Tendirusdtiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî de diyar kir ku li Herêma Kurdistanê, kertê tendirusdtiyê bi hemû xizmetên xwe ve bi pêş ketiye.

Di hevdîtina ku Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Bexdayê Faris Îsa jî amade bû de, Serokkomarê Iraqê, ji bo pêşveçûnên kertê tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê û xizmetên ji bo welatiyan, dilxweşiya xwe anî ziman û ji bo pêwendiyên mukom û hevahengiya karên hevpar ên Tendirustiî yên Îraq û Herêma Kurdistanê daxwaza xwe destnîşan kir.

Dr. Letîf Reşîd herwiha balê kêşa ser xizmetkariyên pizişkî yên wek peydakirina amûrên binesaziya tendirustî, nexweşxaneyên nû, pêşketina warê tendirustî, bilindiya ast û şiyanên pizişkî yên Herêma Kurdistanê û têbîniyên xwe yên li ser pêdivîtiyên sîstema tendirustiyê û warê çareseriya pizişkî, peristarî û rahênanan û zêdetir bilindkirina astê şiyanan û wergirtina şarezayî û ezmûnên serkeftî yên di van aliyan de pêşkêş kir.

Di hevdîtinê de Wezîrê Tendirusdtiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzinc jî rewşa tendirustî, kar û çalakî û xizmetkariyên tendirustî, çaksaziyên di hemû warê tendirustî û dermanan ên li Herêma Kurdistanê de li ber çavan raxist û hemû pêwîstiyên Herêma Kurdistanê gihande Serokkomarê Iraqê.