Wezîrê Tenduristiya Iraqê: Wê Iraq û Herêma Kurdistanê bi hev re derziya koronayê werbigirin

06 December 2020 15:59 0 dîtin
Wezîrê Tenduristiya Iraqê: Wê Iraq û Herêma Kurdistanê bi hev re derziya koronayê werbigirin

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê Hesen Temîmî got, Iraq di lîsteya yekem a wergirtina vîrûsa Koronayê de ye û Iraq û Herêma Kurdistanê bi hev re derziya koronayê werdigirin.

Hesen Temîmî ji K24ê re daye xuyakirin: “Rast e rêjeya başbûna vîrusa Korona li Iraqê bilind e û me hejmara testan zêde kiriye û herwiha hejmara pêketiyan kêm bûye, lê hîn jî metirsiyek heye. Niha em di zivistanê de ne û pileyên germahî hatine xwarê. Li gorî welatên din ên cîhanê, hejmara pêketiyan li Iraqê kêm bûye. Lê belê ev nayê wê wateyê ku vîrus nemaye.”

Temîmî got: “Vîrusa Korona ji bo hemû parêzgehên Iraqê metrisî ye. Em bi kompanyayên cîhanî re di nava têkiliyê de ne û Iraq di rêza welatên yekem ên ku derzî bigihe wê de ye. Piştî ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ve hat erêkirin.”

Wezîrê Tenduristiya Iraqê da zanîn: "Herêma Kurdistanê beşee ji Iraqê ye û ew welatiyên vî welatî ne, bi vê yekê jî hemû derzî digihe hemû Iraqiyan."