Encûmena Wezîrên Iraqê dicive: Sûdanî soz da sanda Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê 14ê Çileyê Encûmena Wezîrên Iraqê bi seroktiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dicive û Sûdanî soz daye şanda Herêma Kurdistanê ku mijara sererastkirina yasaya bûdçeyê bibe civînê daku biryar li ser bê dayîn.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ji K24ê re daye xuyakirin, Sûdanî soz daye ku bi lez projeyasaya sererastkirina yasaya bûdçeyê li Encumena Wezîran pesend bike û ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji Parlamentoya Iraqê re bişîne.
Rêbaz Hemlan da zanîn: “Iraq dê mijara mûçeyan ji ‘xerciyên rastîn’ derxîne û têxe budçeya ‘hakîme’ ku salane 10 trîlyon û 400 milyar dînar ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tê dabînkirin.”
Hate diyarkirin ku dê ev guhertin ji aliyê du komîteyên Iraq û Herêma Kurdistanê ve bên kirin û ji Encûmena Wezîran re bên şandin.
Çav li rê ye, di civîna bê ya Encûmena Wezîran de deng li ser bê dayîn û paşê jî ji bo pesendkirinê ji parlametoya Iraqê re bê şandin.
Herwih di çarçoveya projeyasaya sererastkirina budçeyê de, Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye beşek ji mafên wan ên mûçeyê karmendan ji budçeya 2024an di vê mehê de bê şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin