Encûmena Nûneran a Iraqê li ser êrîsa Tirkiyê ya li Zaxoyê dicive
PeyamaKurd – Encûmena Nûneran a Iraqê îro Şemiyê li ser êrîşa Tirkiyê ya li Zaxoyê dicive.
Li gor Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê belav kir, di civînê de Wezîrê Berevaniyê, Wezîrê Karên Derve û Serokerkanê Artêşa Iraqê beşdar dibin.
Hêjayî gotinê ye, ev civîna Encûmena Nûneran, li ser daxwaza hejmarek ji parlamenteran tê kirin ku piştî kuştina 9 geştiyaran êrîşa Tirkiyê ya li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo de, wan îmze kom kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin