Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê destpê kir

08 October 2021 10:33 0 dîtin
Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê destpê kir

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê û Iraqê, îro proseya dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê destpê kir.

Hêzên ewlehiyê û Pêşmerge di proseya dengdana taybet de li Herêma Kurdistanê dengên xwe didin.

Îro di saet 07:00an de, bi dema Hewlêrê deriyên navendên dengdanê ji bo dengdarên dengên taybet vebûn.

Li gor amarên Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, îro li Herêma Kurdistanê û Iraqê, zêdetir ji 1 milyon û 75 hezar û 727 endamên hêzên ewlehiyê dikarin deng bidin.

Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Comana Xelay eşkere kir, 120 hezar koçber û 776 zîndanî jî mafên wan ên dengdanê hene.

Herwiha destnîşan kir, hêzên ewlehiyê dikarin li 595 navendên dengdanê û koçber jî li 86 navendên dengdanê dikarin deng bidin.

Li Herêma Kurdistanê, endamên hêzên Pêşmerge, polîs, asayiş, hêzên navxwe li 122 navendên dengdanê li Herêma Kurdistanê didin.

Li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî, 130 navendên dengdanê yên dengdana taybet vekirî ne.

Hêzên Heşda Şeibî, dengên xwe di dengdana taybet de nadin, lê belê dê beşdariyê di proseya dengdana giştî de bikin.

Roja 10ê Cotmehê, dengdana giştî ya hilbijartinên endamên Encûmena Nûneran a Iraqê birêve diçe û aliyên siyasî li ser 329 kursiyên wê encûmenê rikeberiyê dikin.