Dengdana taybet a hilbijartinên parêzgahên Iraqê hate kirin: Rêjeya besdariyê 67% e

17 December 2023 11:23 0 dîtin
Dengdana taybet a hilbijartinên parêzgahên Iraqê hate kirin: Rêjeya besdariyê 67% e

PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku dengdana taybet ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê, li 14 parêzgehên Iraqê, navçeyên Kurdistanî û Herêma Kurdistanê 16ê Kanûnê heta êvarê hate kirin.

Komîsyonê eşkere kir, rêjeya beşdariyê di dengdana taybet a hilbijartinên encûmenên parêzgehan û kampên koçberan de zêdetirî ji sedî 67 bû. Hate diyarkirin hejmara dengderan li seranserê Iraqê zêdetirî 706 hezar kesan bû.

Hêjayî gotinê ye, 1 milyon û 2 hezar û 393 dengdêr ji hêzên çekdar û dezgehên ewlehiyê, mafê wan ê dengdanê heye û 565 navendên dengdanê ji wan re hatibûn vekirin.

Di dengdana taybet de 500 rêxistinên navdewletî û xwecihî beşdarî çavdêriya hilbijartinan bûn û zêdetirî 420 hezar karmend jî di proseya dengdana taybet û giştî de beşdariyê dikin.

Hilbijartina giştî ya encûmena parêzgehên Iraqê û navçeyên Kurdistanî 18ê Kanûnê roja duşemê tê kirin.