Dengdana hilbijartinên pêswext li bajarên Kurdistan û Iraqê bidawî bû
PeyamaKurd - Proseya dengdana giştî ya pêşwext a Parlamentoya Iraqê ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê îro 10ê Cotmehê li demjimêr 07:00 dest pê kir, di demjimêr 18:00 de bi dawî bû û binkeyên dengdanê hatin girtin.
Di proseya dengdana giştî a hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de, aliyên siyasî li ser 329 kursiyên parlamentoyê rikeberiyê dikin.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, ragihandiye ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê, zêdetirê ji 25 milyon kes dikarin deng bidin.
Ev hilbijartin biryar bû di sala 2022an de bihatana kirin, lê ji ber xwepêşandanên Payîza 2019an, ji bo 10ê Cotmehê 2021ê hatibû pêşxistin.
800 çavdêr yên Netewên Yekbûyî, 715 çavdêrên welatan, 274 çavdêrên Yekîtiya Ewropa, tîmeke civaka welatên Erebî, 86 welat û rêxistin hatine vexwendin.
46 hezar û 888 çavdêrên navxwe, 207 hezar û 344 nûnerên aliyan, 498 ragihandinkarên navxwe, 305 ragihandinkarên navdewletî rûmal û çavdêriya hilbijartina parlamentoya Iraqê dikin.
Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, dengder wêê li 8 hezar û 273 navendên dengdanê, dengên xwe bidin.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê wê piştî dawîbûna proseya dengdanê bi 24 demjimêran encamên giştî eşkere bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin