Dengdana hilbijartina Encûmena Nûneran a Amerîkayê birêve diçe
PeyamaKurd – Hilbijartina navberî ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê ku 435 endamên wê hene û 35 senatorên din têne diyarkirin, îro 8ê Mijdarê dest pê kir.
Niha di di Senatoya Amerîkayê de 48 kursiyên Partîya Demokrat û 50 jî yên Partiya Komarî hene ku 2 endamên serbixwe jî piştevaniya Partiya Demokratan dikirin.
Heger di hilbijartinên navberî de, komarî hejmara endamên Encûmena Nûneran zêde bikin, hevsengiya di senatoyê de xira dibe û Rêveberiya Serok Joe Biden wê wekî niha nikaribe yasa û biryarên girîng derbas bike.
Herwiha ger komarî di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, dê şansê Serokê berê Donald Trump bo namzediya hilbijartinên seroktiyê jî zêde bibe.
Li gorî şîroveyan, ev hilbijartin ji bo rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden pir girînge ku wê heyama rêveberiya wî bê nirxandin û wekî giştpirsiyekê ye.
Rapirsîyên hatine belavkirin nîşan didin ku demokrat hin kursiyên xwe yên kongreyê ji dest didin, ji ber ku di dema du salên Serok Joe Biden ê Demokrat de tevî rêjeya enflasyonê tawan û koça neyasayî zêde bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin