Li Amerîkayê proseya dengdana hilbijartinên seroktiyê birêve diçe: Harris yan Trump?

05 November 2024 16:25 0 dîtin
Li Amerîkayê proseya dengdana hilbijartinên seroktiyê birêve diçe: Harris yan Trump?

PeyamaKurd – Li Amerîkayê dengdana hilbijartinên seroktiyê ya ji bo hilbijartina 60emîn serokê Amerîkayê îro 5ê Mijdarê dest pê kir.

Di hilbijartinê de, zêdetirî 244 milyon hilbijêr mafê wan ê dengdanê heye. Di pêşdengdanê de jî 78 milyon welatiyên Amerîkî dengê xwe beriya niha bikar anîbûn.

Hilbijartina seroktiyê di navbera namzeda Partiya Demokrat Kamala Harris û namzedê Komariyan Donald Trump de derbas dibe.

Li gorî nûçeya Washington Postê ji bo proseya dengdanê bê pirsgirêk birêve biçe, tedbîrên tund hatine wergirtin û ji bilî bicihkirina hêzên ewlehiyê li navendên hilbijartinê bi kamerayan jî çavdêrî tê kirin.

Li hin bajarên Amerîkayê jî hêzên pasevanên netewî hatine bicihkirin da ku destwerdana her bûyereke nexwestî bikin.