Li Amerîkayê dengdana hilbijartinên serokatiyê destpê kir

03 November 2020 11:29 0 dîtin
Li Amerîkayê dengdana hilbijartinên serokatiyê destpê kir

PeyamaKurd – Li Amerîkayê îro hilbijartinên serokatiyê birêve diçe û dengdan destpê kir.

Li 50 eyaletên Amerîkayê, li 28 eyaletan dengdan 7ê sibehê bi dema Amerîkayê destpê dike, ku dike 3ê piştî nîvro bi dema Hewlêrê û li hinek eyaletên din jî dengdan saet 6ê sibehê destpê dike.

Di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, 255 Milyon û 200 Hezar û 373 kes mafê wan ê dengdanê heye, 93 Milyon û 297 Hezar û 208 kesan pêşwxt deng dane, ku di hilbijartinên Amerîkayê de rekorek e hatiye tomarkirin.

Tê pêşbînîkirin, ku îro di navbera 57 heya 67 milyon Amerîkî deng bidin û li gorî rapirsiyên dawiyê, rikeberiya navbera Biden Trump pir nêzîkî hev e.