Parlamentoya Iraqê li ser êrîsa Tirkiyê ya Zaxoyê dicive

21 July 2022 13:57 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê li ser êrîsa Tirkiyê ya Zaxoyê dicive

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê roja Şemiya bê li ser êrîşa Tirkiyê ya Zaxoyê dicive û parlamenter daxwaz dikin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civînê de beşdar bibe.

Li gor zanyariyan, beriya niha hejmarek ji parlamenterên Iraqê îmze kom kiribûn û daxwaz ji Parlamentoyê kir, bilez derbarê topbarana Tirkiyê de bicive.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Artêşa Tirkiyê do 20ê Tîrmehê navçeyeke geştiyariyê li gundê Perexê yê li Zaxo da ber topan û di encamê de 9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê hatibûn kuştin û zêdetir ji 25 geştiyaran jî birîndar bûbûn.