Encûmena Nûnerên Iraqê îro bi armanca hilbijartina Serokomarê Iraqê dicive

13 October 2022 11:01 0 dîtin
Encûmena Nûnerên Iraqê îro bi armanca hilbijartina Serokomarê Iraqê dicive

PeyamaKurd – Encûmena Nûnerên Iraqê, îro di saet 11:00an de bi armanca hilbijartina Serokomarê Iraqê dicive.

Li gor hat zanîn, ji ber metirsiya bertekên alîgirên Tevgera Sedir û rijyana ser şeqaman, li beşeke piraniya şeqam û kolanên Bexdayê bend hatine danîn û kolanên Bexdayê bi bendan hatine daxistin û heta ber bi navçeya Kesk ve dirêj kirine.

Herwiha heta niha YNK bangeşeya wê yekê dike ku Berhem Salih berbijêrê YNKê yê Serokomarê Iraqê ye, lê berbijêrê nefermî Letîf Reşîd jî ku hevlingê Mam Celal e, xwe venekişandiye.

Herçend do kutleya Dewleta Yasa ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike bi daxuyaniyekî diyar kir, PDKê destpêşxeriyek kiriye ji bo vekêşandina berbijêrê xwe û bi mercê deng ji Letîf Reşîd re bê dayîn. Lê pişt re seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî got: “Heta naha jî Rêber Ehmed berbijêrê PDKê yê Serokomartiya Iraqê ye.”