Sanda PDKê ligel Encûmena Dadweriya Iraqê dosyeya hilbijartinan guftûgo kir
PeyamaKurd - Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 8ê Mijdara 2021ê bi serokatiya Hoşyar Zêbarî, serdana Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê kir.
Şanda PDKê ji aliyê Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayiq Zîdan ve pêşwazî lê hate kirin.
Di hevdîtinê de, Serokê Dadgeha Federalî Casim Mihemed Ebûd û Serokê Serdozgeriya Giştî Nicim Ebdulla Meşhedanî jî amade bûn.
Di hevdîtinê de, şanda PDKê ligel Encûmena Dadweriyê rêkar û rola dadgehan di dosya hilbijartina Encûmena Nûneran a Iraqê li gor destûr û yasa de guftûgo kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin