Encûmena Rêveberiya YNKê pêwendiyên ligel PDKê gotûbêj dike

18 September 2022 12:05 0 dîtin
Encûmena Rêveberiya YNKê pêwendiyên ligel PDKê gotûbêj dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 18ê Îlonê Encûmena Rêveberiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) li ser çend mijaran civînekê li dar dixe ku mijara sereke jî gotûbêjkirina pêwendiyên li gel PDKê ye.

Li gor nûçeya BasNewsê endamekî Rêveberiya YNKê ku nexwest navê wî bê eşkere kirin, gotiye, îro Yekşemê Encûmena Rêveberiya YNKê ku organa bilind a partiyê ye dicive.

Çavkaniya ji YNKê li ser karnameya civînê jî ragihandiye; “Yek ji mijarên gotûbêjê li gor zanyariyên wî, mijara pêwendiyên YNKê û PDKê ye û rêkeftina ligel PDKê ye. Bi taybet jî niha herdu alî gotûbêjan dikin û hevtêgeheştin û nêzîkbûneke baş jî heye.”

Çavkaniya nav YNKê gotiye, dibe ku di civînê de behsa mijara namzedê serokomarê Iraqê jî were kirin.