Civîna Encûmena Gistî ya Rêveberiya YNKê bo semiyê bê hat pasxistin
PeyamaKurd - Civîna Encûmena Giştî ya Rêveberiya YNKê bo cara duyem ji ber nakokiyên baskên partiyê derbarê desthilata encûmenan û peyrewa navxwe hat paşxistin.
Herçend biryar bû îro Çarşemê (29.01.2020) Civîna Encûmena Giştî ya Rêveberiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) birêve biçe, lê li gor zanyariyên berdest hîn baskên YNKê li ser peyrewa navxwe û desthilatên her du encûmenên bilind ên siyasî û encûmena giştî ya Rêveberiya YNKê rêknekeftine, ji ber wê jî civîn hatiye paşxistin.
Civîn bo Şemiyê bê hat paşxistin
Serokê demkî yê Encûmena Giştî ya Rêveberiya YNKê Mistefa Çawreş ji çapemeniya fermî ya YNKê re ragehand, civîn bo roja şemiya bê hatiye paşxistin.
Herwiha got, paşxistina civînê ji ber pêdaçûn bi peyrewa navxwe ya YNKê ye, ji aliyên teknîk ve bê amade kirin bo guftûgoyan û pejirandina wê di civîna encûmena giştî ya rêveberiyê de.
Berî niha hatibû eşkerekirin ku baskên YNKê li ser desthilatên her du encûmenên bilind ên siyasî û encûmena giştî ya rêveberiyê û çend xalên nav peyrewa navxwe û babeta serokê YNKê û cîgirên wî nakok in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin