Hilbijartina Encûmena Gistî ya YNKê hat pasxistin

22 December 2019 19:33 0 dîtin
Hilbijartina Encûmena Gistî ya YNKê hat pasxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di kongreya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ku li Silêmaniyê birêve diçû de, hilbijartina Encûmena Giştî ya Rêveberiya YNKê ji ber hinek pirsgirêkan hatiye paşxistin.

Berpirsê pêwendiyên derve yê YNKê Tehsîn Namîq ji medya Kurdistanê re li ser mijarê ragihand ku ji ber hin pirsgirêkên teknîkî sibe 23.12.2019ê beşekî piraniya karên kongreya çarem a YNKê dê berdewam be û proseya dengdana encûmena giştî ya rêveberiya partiyê jî ku biryar bû îro birêve biçe, dê sibê birêve biçe.

Di kongreya çaremîn a YNKê de doh endamên konseya serokatiyê û serokê giştî yê encûmena YNKê hatibûn hilbijartin.

Di roja yekem a kongreya YNKê ku doh 21ê Kanûna 2019an li Silêmaniyê hate kirin de,  Kosret Resûl Elî bi piraniya dengan ji bo Serokê Encûmena Giştî ya YNKê hat hilbijartin û Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana QubadTalebanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayiq jî wek endamê Konseya Serokatiya YNKê hatibûn hilbijartin.