Civîne Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hate pasxistin
PeyamaKurd – Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ku biryar bû îro 11ê Tîrmehê bicive ji ber piranîya beşdarîya endaman pêk nehat hate paşxistin.
Biryar hatibû dayîn ku yekemîn civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê piştî hilbijartinên dawiya sala borî, îro 11ê Tîrmehê piştî nîvro li demjimêr 14:00, li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî were lidarxistin.
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd ragihandibû ku, ew weke Fraksiyona PDKê dê beşdarî civîna îro bibin ku di civîna îro de Serok û Cîgirê serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nayên hilbijartin, ev civîn tenê ji bo “meşrûkirina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û lidarxistina civîna yekem e.
Hesen Mecîd piştre jî da xuyakirin ku ji ber nêrînên cuda yên aliyan civîna îro hatiye paşxistin û yekem civîna encûmenê pêk nehatiye.
Hêjayî gotinê ye, heta niha aliyên siyasî li ser avakirina hikûmeta xwecihî û hilbijartina parêzgar li hev nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin