Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dicive: Kî besdar dibe?

24 August 2024 12:20 0 dîtin
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dicive: Kî besdar dibe?

PeyamaKurd – Li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê, biryar e îro yekem civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê were lidarxistin. Eniya Tirkmenî û Koalîsyona Erebî ya li Kerkûkê ragihandin ku bi îdiaya “ne yasayî ye” beşdarî civînê nabin.

Derbarê mijarê de, Endama Encumena Parêzgeha Kerkûkê ya Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Perwîn Fatîh ji Rûdawê re got: “Vexwendname ji bo hemû endamên encûmena parêzgeha Kerkûkê hatiye şandin, ti aliyek bi fermî me agehdar nekiriye ku beşdar nabin.”

Perwîn Fatîh têkildarî mijarên rojeva civînê ev tişt gotin:

"Civîn wê ji sê xalan pêk were; dengdana li ser avakirina komîteyek ku wê di rêziknameya navxwe ya meclîsê de guhertinan bike û mijara karkirina bi peymanî ya zêdetirî 7 hezar welatiyan wê were gotûbêjkirin. Xala sêyemîn a civînê wê were gotûbêjkirin. Daxwaz ji Tirkmenan bikin ku di zûtirîn demê de cihên xwe tije bikin.”

Tirkmenan ragihandin ku ew ê beşdarî civînê nebin

Endama Tirkmen a Encumena Parêzgeha Kerkûkê Sevsan Şakir ji Rûdawê re ragihand, me biryara dawî daye û em beşdarî civînê nabin.

Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê Erşad Salih di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de wiha got:

“Ev daxuyaniya me ya ji bo raya giştî ye, beriya civîna Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê ku sibê tê lidarxistin. Pirsa hesas û metirsîdar a Kerkûkê divê bi nakokiyên hilbijartinên Herêma Kurdistanê ve neyê girêdan. Kerkûk; Ji bo ewlekarî, îstiqrara siyasî û civakî bê parastin divê ji nakokiyên siyasî dûr bê girtin.

Em hişyariyê didin her kesî ku ji bo parastina asayîşa Kerkûkê, ne zêdekirina nakokiyan û bi taybetî parastina maf û destkeftên Tirkmenan kar bikin.”

PDKê hêj biryara xwe eşkere nekiriye

Berpirsê Koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, heta niha me biryareke fermî li ser wê mijarê negirtiye û ne diyar e ku em beşdar bibin yan na. "

Partiya Erebî beşdar nabe

Partiya Serweriya Erebî li Kerkûkê red kir ku beşdarî civîna encûmena parêzgehê bibe û got, posta parêzgariya Kerkûkê mafê civaka Ereb e. Ev cara yekê ye ku Partiya Serweriya Erebî civîna encumena parêzgehê red dike.

Endama Encumena Parêzgeha Kerkûkê Salwa Mefrecî ji Partiya Serwerî got, "Helwesta me neguheriye û em dev ji daxuyaniyên xwe yên berê bernadin."

Di 10ê Tebaxê de bi beşdariya 9 endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li otela Reşîd a Bexdayê civînek li dar xist û hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê diyar kir. Ji pişka YNKê postê parêzgariyê ji Kurdan re hat dayîn û postê serokatiya encûmena parêzgehê jî ji Ereban re hat dayîn.