Yekem civîna Encûmena Kerkûkê hat kirin: Ereb û Tirkmen besdar nebûn!
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 5ê Sibatê roja duşemê piştî hilbijartinên parêzgehan ên Iraqê, yekem civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hate lidarxistin.
Endamên Kurd ji PDK û YNKê û endamê kotaya Xirîstiyanên Kerkûkê gihan 8 endaman û yekem civîna endamên hilbijartî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li dar xistin.
Hate zanîn ku endamên hilbijartî yên Ereb û Tirkmen beşdarî civînê nebûne.
Yekem civîna Encûmena Kerkûkê piştî lihevkirina PDK û YNKê ku ragihandin, divê parêzgarê Kerkûkê kesekî Kurd be hate kirin.
Di hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê de, aliyên Kurd 7 kursî bi dest xistibûn ku 16 kursiyên encûmena Kerkûkê hene. Yekem civîn bi beşdariya endamên Kurd û kotaya Xrîstiyanan pêk hat û reşnivîsa rûniştinê hate îmzekirin.
Hêjayî gotinê ye, ji her ku heşt endamên ku di wê civînê de berhev bûn hejmara rêjeya qanûnî pêk neanîn, civîna bê ya Encûmena Kerkûkê ji bo demeke nediyar hat paşxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin