Civîna Encumena Kerkûkê bi fermana Sûdani dîsa hate taloqkirin

01 August 2024 14:17 0 dîtin
Civîna Encumena Kerkûkê bi fermana Sûdani dîsa hate taloqkirin

PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ivîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê, hate taloqkirin

Li ser daxwaza fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Xiristiyanan biryar hatibû dayîn ku Encumena Parêzgeha Kerkûkê îro bicive.

“Sûdanî xwest ku civîn bê taloqkirin”

Endamê YNKê yê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Hoşyar Hîcran da zanîn ku ev civîn hatiye bipaşxistin û got: “Doh biryar hatibû dayîn ku civîn îro pêk bê, lê belê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî xwest ku civîn bê taloqkirin. Ji ber vê yekê jî civîn îro nayê kirin."

Di 18ê Mijdara 2023yan de hilbijartinên herêmî yên Kerkûkê û parêzgehên din ên Iraqê hatin lidarxistin.

Tirkmenan 2 kursî, Ereban 6 kursî, YNKyê 5 kursî, PDKyê 2 kursî standibûn û Xirîstiyanan jî bi rêya kotayê kursiyek bi dest xistibû.

Li gorî yasayê, divabû 5ê Sibata 2024an civîna yekem a Encumena Parêzgeha Kerkûkê bihata lidarxistin, lê belê ji ber nakokiyên aliyan siyasî civîn hatibû bipaşxistin.

Ji ber ku Encumena Kerkûkê nacive û nakokiyên siyasî çareser nabin, heta niha ji Kerkûkê re parêzgaremî nehatiye diyarkirin.

Piştî hilbijartinan bi 7 mehan, cara yekem civîna Encumena Kerkûkê 11ê vê mehê hatibû lidarxistin, lê belê dîsa jî parêzgar nehatibû hilbijartin.

YNKê piraniya kursiyên Kerkûkê bi dest xistine û ew eşkere dike ku posta parêzgariyê mafê wan e.

Li aliyê din, PDK, Ereb û Tirkmen jî eşkere dikin ku ew post mafê hemû aliyan e û ew dikarin bi awayekî demkî wê postê bidin pêkhate û aliyên li Kerkûkê.

Divê bê gotin ku li Encumena Parêzgeha Kerkûkê 16 kursî hene ku yek ji wan jî a pêkhateyan e.