Civîna Encumena Kerkûkê pêk hat lê belê bê encam bi dawî bû

12 July 2024 13:21 0 dîtin
Civîna Encumena Kerkûkê pêk hat lê belê bê encam bi dawî bû

PeyamaKurd - 7 meh piştî hilbijartina Encumena Kerkûkê, encumenê îro dikaribû yekem civîna xwe pêk bîne.

Biryar bû civîn di demjimêr 13:00an de bihata kirin, lê belê ji ber nakokiyên di navbera aliyan de hatibû taloqkirin.

Li gorî zanyariyan sedema taloqkirina civînê ew bûye ku hinek aliyan xwastiye civîn bi awayekî girtî bê pêkanîn.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî, 2 roj berê banga lidarxistina civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kiribû û xwestibû ku encumen îro di demjimêr 13.00an de bicive.

Rakan Ciburî: Sûdanî xwast encumen bicive

Di destpêka civînê de Parêzgarê Kerkûkê Rakan Ciburî axivî û got: "Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî xwast ku civîn, bi beşdariya nûnerê wî yê Parlamena Iraqê, parlamentên Kerkûkê û endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bê lidarxistin.  Hêvîdar im em dikaribin di navbera hemû aliyan de bigihîjin encamekê da ku parêzgarekî ji Kerkûkê re diyar bikin.“

YNK: Em ji lîstika siyasî dilgiran in

Li gorî zanyariyan civîna li ser hilbijartina parêzgarê Kerkûkê hat lidarxistin nêzîkî nîv demjimêrî dom kiriye. Endamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rêbiwar Taha li ser naveroka civînê ji rojnamegeran re axivî û got: “Di derbarê civînê de dilgiraniyeke me hebû, lê belê ew dilgiranî hate çareserkirin. Ji bo rê li ber avakirina rêveberiya Kerkûkê bigirin planek hebû. Armanca wan tenê organîzekirina vê rûniştinê bû.”

Taha amaje bi wê yekê jî kir ku YNK, li Kerkûkê hêzeke gring e û da zanîn ku ew tiştê ku wan dixwest di wê civînê de bi dest xistine.  

Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkû bi awayekî vekirî û bê encam bi dawî bû.

Ji bo diyarkirina birêveberiyan divê di nava 30 rojan de aliyên siyasî li derveyî Encumena Parêzgeha Kerkûkê li hevdû bikin û wisa li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bicivin.

PDK: Armanca me rewakirina Encûmena Kerkûkê bû

Ji aliyê din ve Serokê Koma Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Kerkûkê Hesen Mecît piştî civînê ji rojnamegeran re got:

“Me berê biryara lidarxistina vê civînê dabû. Armanca me rewakirina Encûmena Kerkûkê bû.”

Li aliyê din, Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdullah jî li ser posta parêzgarê Kerkûkê axivî.

Şaxewan Ebdullah da zanîn kîjan aliyê siyasî piraniya kursiyan bi dest xistibe dê posta parêzgariyê ji bo wê be.

Aliyên siyasî li ser posta parêzgariyê li hevdû nakin

YNKyê piraniya kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi dest xistiye û ew eşkere dike ku posta parêzgariyê mafê wê ye.

Li aliyê din, PDK, Ereb û Tirkmen jî eşkere dikin ku ew post mafê hemû aliyan e û ew dikarin bi awayekî demkî wê postê bidin pêkhate û aliyên li Kerkûkê.

Di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de 16 kursî hene ku yek ji wan jî a pêkhateyan e.

18ê Kanûna Paşîn a 2023an hilbijartinên herêmê yên encûmenên parêzgehên Îraqê hatin lidarxistin.

Tirkmenan 2, Ereban 6 kursî, YNKyê 5 kursî, PDKyê 2 kursî û Xirîstiyanan jî bi rêya kotayê kursiyek bi dest xistibûn.

Li gorî yasayê her ji 4 salan carekê hilbijartinên encumenên parêzgehên Îraqê tên lidarxistin.

Ji ber êrîşên DAIŞê yên piştî sala 2013an, pirsgirêkên ewlehiyê hilbijartin nedihatin lidarxistin.

Her wiha li gorî yasayê divabû 5ê Sibata 2024an de yekemîn civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bihata lidarxistin lê ji ber nakokiyên aliyan siyasî civîn hatibû bipaşxistin.