Ji Sûdanî civîna duyem bo zelalkirina erkên Encûmena Kerkûkê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 3yê Adarê bi aliyên siyasî yên serkeftiyên hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê re bi mebesta zelalkirina erkên encûmena parêzgehê dicive.
Li gorî zanyariyan, wê Sûdanî bi aliyê serkeftiyên hilbijartinên Kerkûkê re ji bo dîtina çareseriyeke bingehin bo dabeşkirina erkan hevdîtinekê bike.
Sûdanî piştî hilbijartinên 18ê Kanûna 2023yan cara duyem e bi aliyên Kerkûkê re civînê pêk tîne, lê heta niha jî aliyên kurd, ereb û tirkmen li ser diyarkirina parêzgehê nû yê Kerkûkê li hev nekirine.
Kurd erka parêzgarê Kerkûkê weke mafê xwe dibînin û di civîna herî dawî ya PDK û YNKê de ev yek hatibû destnîşankirin. Ereb û tirkmen jî dixwazin parêzgar ji wan be.
Di hilbijartinan de Kurdan 8 kursiyên encûmena Kerkûkê bi dest xistine, ereb û tirkmen jî xwediyê 8 kursiyan e ku ji bo hilbijartina parêzgar pêdivî bi dengên piraniyê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin