Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ji bo hilbijartina parêzgarê nû yê Hewlêrê dicive
PeyamaKurd – Ji bo dengdana hilbijartina parêzgarê Hewlêrê, Encûmena Parêzgeha Hewlêrê li ser namzedê parêzgehê dicive û parêzgarê nû yê Hewlêrê wê bê hilbijartin.
Li gor bernameyê, hilbijartina parêzgarê nû yê Hewlêrê, wê roja duşemê 8ê Sibata 2021ê bi civîna asayî ya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê birêve biçe.
Partiya Demokrat a Kurdistanê, ku fraksiyona herî mezin a Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ye, Serokê Fraksiyona PDKê yê li Parlamentoya Kurdistanê, ji bo postê parêzgarê Hewlêrê kiriye namzed.
Lig gor Sekreterê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Alan Hurmiz daye zanîn: “Em wek Desteya Serokatiyê, îro ji bo dariştina civîna encûmenê bi mebesta hilbijartina parêzgarê nû civiyan, roja duşema bê, civîna asayî ya encûmenê ji bo hilbijartina parêzgarê nû dê birêve biçe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin